Şubat 12, 2025

Güncel Teknoloji Haberleri ve Yenilikçi İçerikler

Güncel teknoloji, ekonomi, spor ve magazin haberleriyle gündemi yakalayın, yenilikleri kaçırmayın!

Waneyên vebijêrkî yên kurdî û em

Heke milyonek zarok van dersan hilbijêre, dê hestîyê piştê yê hêzên pişêvker were şikandin. Ez bang li hemû malbatên kurd dikim heta 17 sibatê waneyên zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî) hilbijêrin.

Ev du hefte ne mijara dersên vebijêrkî di rojevê de ne. Sazî û dezgehên kurdan ji malbatên kurd dixwazin ku ji bo zarokên xwe dersên kurmancî û kirmanckî (zazakî) vebijêrin. Sala çûyî di dîsa di heman demê xebateke bi heman rengî hate meşandin. Li gorî daneyên ku Komeleya Yekîtiya Dildarên Kurdî belav kirine; di serdema perwerdehî û hîndekariyê ya 2024-2025an de li 12 bajaran 25 hezar û 644 kesî dersên kurdî neqandine.

Dane li gorî bajaran wiha dabeş dibin: Çewlik 6230 kes, Amed 5104 kes, Mêrdîn 4941 kes, Êlih 3400 kes, Wan 1757 kes, Şirnex 1383 kes, Culemêrg 1092 kes, Mersîn 650 kes, Bilîs: 324 kes, Elezîz 132 kes, Dêrsim 282 kes, Riha 435 kes.

Hinek derdorên mîna Hezkurd, Dilkurd û Hûda-Parê ji bo zêdekirina hejmara vebijêran, daketine qadan. Gelek kes û sazî jî li ser qadên ragihandina civakî bangê dikin ji bo ku malbat ji bo zarokên xwe yên ku diçin dibistana navincî (5, 6, 7,8) waneyên kurdî hilbijêrin.

Li gorî pîvanên pedagojîk divê zarok serê pêşîn bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi perwerdehiyê bikin, piştre dest bi zimanê duyemîn bikin. Ji vê yekê re perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê zikmakî (Mother Tongue Based Multi-lingual Education) tê gotin. Lê pergala Tirkiyeyê di çar salên pêşîn de dike ku zarok ji zimanê kurdî qut bibin, piştî çar salan van dersan dîsa lê vegerin, piştre di dibistana amadehî de dîsa jê qut bibin.

Li gel vê rewşê jî li ber dersa vebijêrkî gelek asteng hene. Par piştî ku vebijartina dersan qediya Dilkurdê li ser mijarê raporek jî belav kir, ev rapor hê jî li ser malpera wan cih digire, li gorî vê raporê li ber vebijartina van dersan ev astengî hene:

Navlêkirina Çewt: Dersa kurdî ya hilbijêrî ne bi navê xwe bi navê Zarava û Zimanên Zindî di formên fermî de cih digire. Ev rewş dibe sedema nenaskirin û zanîna dersê û ji bo hilbijartina dersê jî astengiyan derdixe meydanê.

Sinifandina Çewt: Ev koma dersên hilbijêrî ku dersa kurdî têde, gelek ders hene piraniya wan jî dersên zanistê ne. Ji ber ku hejmara dersên ku di vê komê de bên hilbijartin bi sînor in û dersa kurdî jî bi wan re bê peywende ev jî dibe sedema hilnebijartina dersa kurdî.

Înîsiyatîfa Çewt: Dersa hilbijêrî ya kurdî di karîgeriyê de bi tevahî ji însiyatîfa rêvebirên dibistanan re hatiye hiştin. Guman û niyeta rêveberan a li dijî kurdî, astastengiyeke mezin derdixe pêşiya dersa kurdî.

Tunebûna Hişmendiya Neteweyî: Kêmbûna hişmendiya zimên a malbatan dibe sedema ne şopandina pêvajoya dersên hilbijêrî. Ji ber ku rêveberiyên dibistanan û Wezareta Perwerdehiyê derheqê pêvajoya dersên hilbijêrî de ji bo agahdarkirin û hişyariyê tu danasîn nake û ji bo tu amûrên ragihandinê bi kar nayne. Ev jî dibe sedema nezanîna pêvajoya dersên hilbijêrî jî aliyê malbatan.

Arastekirina Çewt: Rêvebirên dibistanan bi hinceta “di dibistana me de mamosteyê kurdî tune ye “ xwendekaran arasteyî dersên bilî kurdî dikin. Arastekirina çewt a bi vî awayî him dibe sedema îstismarkirina peywirê him jî dibe sedema hilnebijartina dersa kurdî .

Agahdarkirina Çewt: Hin dibistan dema malbat ji bo dersên kurdî serî lê dixin bi armanceke nebaş dibêjin “Dersa kurdî tune ye û kurdî qedexe ye” Bi vî awayî dersa kurdî li dibistanan tê asteng kirin.

Sekna Polîtîk a çewt: Herwiha partiyên siyasî û aktorên polîtîk dersa kurdî ya hilbijêrî wek pirgirêkeke îdeolojîk dibînin. Herwiha dersên kurdî mafek e ku Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî dide hemû welatiyan û ev maf bi qanûnan tê parastin. Bicihanîna vî mafî mijareke li ser rêzikname û îdeolojiyên partiyên siyasî de ye.

Têrnekirina Demê: Dema pêvajoya dersên hilbijêrî pir kurt e û ev wext dereng tê diyar kirin an jî wextê vê nediyar e ji ber vê xebata ji bo dersên kurdî tê kirin dişkîne û asteng dike.

Perwerdehiya Kêm û Netêr: Dersa kurdî ya hilbijêrî tenê di dibistanên navîn de tê dayîn û ev ders di lîseyan de nayê dayîn ev jî dibe sedema qutbûna û têkçûna pêvajoya dersên kurdî. Li gor qanûnên neteweyî û navneteweyî ev sûc e li gor qanûnên navneteweyî pêwîst e ev astengiyên pêşiya kurdî werin rakirin.

Kêmbûna Hejmara Dersan: Di hin dibistanan de hêjmara dersên kurdî kêm in û li gor rêziknameyê saetên dersanguherandine.ji ber vê mamoste wek zêdeyî norm tên nîşandin û mamoste jî ji ber ve rewşê neçar dimînin û beşên xwe diguherînin. Heya niha jî ber van astengiyan 45 mamoste beşa xwe guherandine. Ev rewş mamostetiya kurdî bênirx û bêmuteber dike. Pêwîst e ev rêziknameyê ji bo dersa kurdî neyê tetbîq kirin.

Astengiyên ku ji zîhniyeta rayedarên dewletê diqewimin li aliyekî, di raporê de du xal me kurdan eleqedar dikin; xala “hişmendiya kêm” û “helwesta siyasî ya çewt” e. Di warê zimên de ev nêzî du sed sal in li ser kurdî polîtîka û plansaziyeke tunekirinê tê meşandin. Wekî encama vê plansaziyê beşeke mezin a civaka kurd ji zimanê xwe dûr ketiye, hê jî dikeve. Malbat ji ber egerên mîna “bila li dibistanê zehmeyîtê nekêşin, bila bi hêsanî xwe bigihînin derfetên kar û aborî” zarokên xwe bi kurdî mezin nakin. Ji ber vê yekê divê em di qada ziman de xebateke xurt a hişmendiyê bidin meşandin.

Li aliyê din, zimanê kurdî li saziyên fermî, bi taybetî jî li dibistanan hatiye qedexekirin, zarok ji ber zimanê xwe hatine sizadan, tûşî pest û pêkutiyan bûne. Zimanê kurdî hê jî bi awayên cur bi cur tê krîmînalîzekirin, mirov ji ber zimanê xwe tûşî pest û pêkutiyan tên.

Gaveke ku yek xelekê jî ji vê zîncîrê bişikêne, divê mirov lê xwedî derkeve. Helbet daxwaza gele kurd ev e ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, kurd bi xwe jî bibin xwedan statû. Lê belê, gava dersên vebijêrkî li ber vê yekê ne asteng e, berevajî divê mirov wê bike pêpelûkek ji bo gihaştina vê armancê.

Ziman bi têkoşînê azad dibe, bi gilî û gazinan azad nabe. Her wiha ziman bi xebatê geş dibe, bi pêş dikeve! Tiştê ji me tê xwestin ev e ku em destên xwe bidin hev û têkoşîn û xebatê geş bikin. Heke milyonek zarok van dersan hilbijêre, dê hestiyê piştê yê hêzên pişêvker were şikandin. Lewma jî ez bang li hemû malbatên kurd dikim ku ji bo zarokên xwe yên di dibistana navincî de heta 17 sibatê waneyên zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî) hilbijêrin.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Diyarbakır escort
mardin escort
bursa escort
adana escort
izmir escort
ekmel ekmel
Mecidiyeköy escort
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber
haber